Operasiyona berfireh a hêzên iraqî jibo oaqijkirina Çiyayên Hemrînê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i303793-operasiyona_berfireh_a_hêzên_iraqî_jibo_oaqijkirina_Çiyayên_hemrînê
Fermandarê Operasiyona Hevpar a Iraqê qala destpêbûna operasiyona berfireh a ewlehiyê jibo paqijkirina bilindahiyên Hemrînê li sînorên parêzgehên Kerkûk, Diyalî û Selahedînê ji çeteyên mayî yên DAIŞê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 28, 2019 13:06 Asia/Tehran
  • Operasiyona berfireh a hêzên iraqî jibo oaqijkirina Çiyayên Hemrînê

Fermandarê Operasiyona Hevpar a Iraqê qala destpêbûna operasiyona berfireh a ewlehiyê jibo paqijkirina bilindahiyên Hemrînê li sînorên parêzgehên Kerkûk, Diyalî û Selahedînê ji çeteyên mayî yên DAIŞê kir.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya Mehr Newsê ji zarê Yewm El Sabiyê, Seid Herbiye, Fermandarê Operasiyona Hevpar a Iraqê ragihand: Ev operasiyon ji çar aliyan va bi hevahengiya Fermandetiya Operasiyonê ya Selahedînê û bi beşdariya hêzên Polîs dest pê bûye û operasiyona aliyê bakur ji aliyê Hêzên Heşda Şeibî û bi hevkariya hêza hewayî ya Iraqê dê pêk were.

Li gorî vê raporê, çeteyên mayî yên DAIŞê xwe stirandine çiyayên Hemrînê.

rayedarekî ewlehiyê yê Iraqî jî ragihand ku çeteyên DAIŞê Şemiyê bi şev hejamreke rûniştiyên navçeya Mexmûrê li nêzikî Mûsilê li parêzgeha Nêynewayê revandin û 6 têrorîstên DAIŞî jî li vê navçeyê jia liyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê va hatine girtin.

Tevî ragihandina serketina Iraqê li hemberî DAIŞê di meha kanûna sala 2017an da, hin çeteyên DAIŞ yên mayî bi awayê perate li navçeyên cûrbicûr ên Iraqê hene. Hêzên ewlehiyê û Heşda şeibî ya Iraqê heta niha di operasiyonên paqijkirinê karîne ku gellek ji çeteyên berbelav ên DAIŞê bigirin û hejmareke wan bikujin.