Iraqê Kardarê Amerîka û sefîrê Behreynê ban kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i303786-iraqê_kardarê_amerîka_û_sefîrê_behreynê_ban_kir
Wezîrê karên derve yê Iraqê fermana bankirina kardarê Amerîkayê û sefîrê Behreynê li Bexdayê da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 28, 2019 12:30 Asia/Tehran
  • Iraqê Kardarê Amerîka û sefîrê Behreynê ban kir

Wezîrê karên derve yê Iraqê fermana bankirina kardarê Amerîkayê û sefîrê Behreynê li Bexdayê da.

Li gor IRNA, Ehmed El-Sehaf berdevkê wezareta derve yê Iraqê şeva borî ji nûçegihanê Sumeriya Newsê re got: Muhemed Elî Hekîm wezîrê derve yê Iraqê fermana bankirina kardarê Amerîkayê û sefîrê Behreynê da.

Sefîrê Behreynê piştî vê yekê tê bankirin bo wezareta derve ya Iraqê ku li wezîrê derve yê Behreynê Xalid bin Ehmed Alê Xelîfe li Twitterekê îhanet li serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedir kiribû. Muqteda Sedirê roja şemê li daxuyaniyekê li bara guhertin û geşatiyên Iraq û cîhanê xwestibû serokên Alê Xelîfe ji bo çareseriya krîza Behreynê dest ji deshilatê berdin.

Ji aliyê din ve kardarê Amerîkayê li Bexdayê hin gotinên li dij erf û edetên dîplomatîk û bi mudaxile li bara Iraqê li rûpelên malpera fermî ya balyuzxana Amerîkayê dabû weşandinê ku eva bû sedema nerazîbûna grûp û partiyên iraqî,ji ber vê yekê wezîrê derve yê Iraqê fermana bankirina kardarê Amerîkayê bo wezareta derve ya Iraqê dabû û jê xwestibû ku ji ber van gotinên xwe ji xelkê Iraqê efûyê bixwaze.