Waşington Îraqê ji boykotên nû yên dijî Îranê, dertêxe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i303702-waşington_Îraqê_ji_boykotên_nû_yên_dijî_Îranê_dertêxe
Wezareta Kareba(cereyan) ya Îraqê ragehand: Îraq ji alîyê Emerîkayê ve hatîye derxistin ji boykotên nû yên li dijî ticareta li gel Îranê û ew siza Îraqê nagire ber xwe, nemaze jî kirrîn û anîna Gazê bo karistanên berhemanîna Karebayê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 25, 2019 14:11 Asia/Tehran
  • Waşington Îraqê ji boykotên nû yên dijî Îranê, dertêxe

Wezareta Kareba(cereyan) ya Îraqê ragehand: Îraq ji alîyê Emerîkayê ve hatîye derxistin ji boykotên nû yên li dijî ticareta li gel Îranê û ew siza Îraqê nagire ber xwe, nemaze jî kirrîn û anîna Gazê bo karistanên berhemanîna Karebayê.

Wezareta Karebaya Îraqê ragehand: Îraq ji alîyê Emerîkayê ve hatîye derxistin ji sizayên nû yên hatîne sepandin li ser bazirganîkirinê li gel Îranê, nemaze jî kirrîn û anîna Gazê bo karistanên berhemanîna Karebayê.

Li gor axivtinên Museb Mûderris, berdevê wezareta Karebaya Îraqê, 2800 Mêgawatên karebayê li wan karistanan tên berhem anîn ku ji Îranê ve Gaz bo wan karistanan tê dabînkirin.

Mûderris herwiha ragehand: Heya niha Îraq rojane nêzîkî 28 milyon kûp gazê dikirre û ew gaz jî bo çend karistanên ku nêzîkî 2800 Mêgawat karebayê berhem tînin, tê îstifadekirin.

Mûderris got: Pêşbînî tê kirin, di şeş mehên dahatî de rêjeya kirrîna gazê bigihêje 35 milyon kûpan daku berhemanîna Karebayê bigehe 3500 Mêgawatan.

Wî herwiha diyar kir: Ji bilî gazê, Îraq 4700 Mêgawat Karebayê jî  ji Îranê dikirre.

Ev di demekê de ye, roja Dûşembiya burî, Emerîkayê di çarçova dijminatiya bi gelê Îranê de dawî bi lêburîn û bexşîna sizayan anî li ser welatên wekî Tirkîye, Îtalîya, Yunan, Çîn, Hindustan, Kurya Başûr û Taywanê di bazirganîya li gel Îranê de. Dewleta Emerîkayê dibêje ji bo ku şandina petrola Îranê bigehîne sifrê vî karî dike.Lê belê dewleta Îranê dibêje Emerîka qet nagihêje vê hedefa xwe ya qirêj.

Waşîngtonê ragehandiye ku rejîmên Seûdî û Îmaratê soz dane ku bi zêdekirina îxracata nifta xwe cihê nifta Îranê li bazarên cîhanê tijî bikin daku bandorê li ser behayê petrolê neke. Di vê çarçovê de Îranê ev du welatên ereb hişyar kirin ku dijminatiya netewê Îranê nekin û bi dû hedefên qirêj ên Emerîkayê neçin.