Wezareta Cereyanê ya Iraqê kirîna gazê ji Îranê berdewam dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i303687-wezareta_cereyanê_ya_iraqê_kirîna_gazê_ji_Îranê_berdewam_dike
Berdevkê Wezareta Cereyanê ya Iraqê duh ragihand ku Bexda tevî biryara vê dawiyê ya dewleta Donald Trump derheq dubarenekirina Lêborîna Kirîna Nift û gazê ji Îranê, wê kirîna gazê ji Îranê berdewam bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 25, 2019 09:40 Asia/Tehran
  • Wezareta Cereyanê ya Iraqê kirîna gazê ji Îranê berdewam dike

Berdevkê Wezareta Cereyanê ya Iraqê duh ragihand ku Bexda tevî biryara vê dawiyê ya dewleta Donald Trump derheq dubarenekirina Lêborîna Kirîna Nift û gazê ji Îranê, wê kirîna gazê ji Îranê berdewam bike.

Li gor IRNA, Berdevkê Wezareta Cereyanê ya Iraqê Museib El-Muderis desnîşan kir ku Iraqê ti alternatîvek ji bo kirîna gaza Îranê tine û got: Bexda niha rojê derdora 28 milyon kûp gazê ji Îranê dikire ku ev gaza ji bo karistanên Iraqê yên cereyanê bona berhemanîna 2800 MW elekterîkê pêwîst e.

El-Muderis got: Iraqê hêvîdar e li mehên pêşber rojê 35 milyon kûp gazê ji Îranê bikire da ku brthemanîna cereyana xwe bigihîne 3500 Mega Watan.

Iraqê parek mezin ji enerjiya xwe ya wekî cereyan û gazê ji Îranê dikire.

Dewleta Amerîkayê roja duşemê cardin dijminatiya xwe li hemberî Komara Îslamî ya Îranê eyan kir û ragihand ku êdî lêborîna kirîna niftê ji Îranê bo heşt welatên ku ji vê lêborînê îstifade dikirin, dubare nake.