Civîna çalakvanên aborî yên Îran û Iraqê bi armanca xurtkirina hevkariyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i303664-civîna_çalakvanên_aborî_yên_Îran_û_iraqê_bi_armanca_xurtkirina_hevkariyan
Zêde ji 100 çalakên aborî yên îranî û iraqî li civîneke hevpar li Bexdaya paytexta Iraqê ser xurtkirina hevkariyên dualî teqez kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 24, 2019 14:44 Asia/Tehran
  •  Civîna çalakvanên aborî yên Îran û Iraqê bi armanca xurtkirina hevkariyan

Zêde ji 100 çalakên aborî yên îranî û iraqî li civîneke hevpar li Bexdaya paytexta Iraqê ser xurtkirina hevkariyên dualî teqez kirin.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Mûsa Elîzade Tebatebayî, alîkarê balyozê Îranê li Bexdayê sêşemiyê şevê li civîna  çalakên aborî yên Îran û Iraqê got: Her du welatên dost û cîran yanê Îran û Iraq xêncî xalên hevparên zav ên  dîrokî, çandî û cuxrafiyayî divê hevkariyên  aborî  yên berfiretir jî hebin.

  Îstebriq Îbrahîm El-Şok, alîkarê wezîrê  mal û xanîberan ê Iraqê jî peywendiyên  her du welatan qahêm û pêşketî nirxand û ser xurtkirin û berfirehkirina  hevkariyan û xebitandina sermayên hevpar navbera Îran û Iraqê teqez kir.

   Nasir Bêhzad Elîzade, şêwirmendê bazirganî yê Îranê li Iraqê jî got: Li gorî bernama 20 milyar dularî ya ticareta Îran û Iraqê, pêşeya avahiyê wek pêşeyek baş bo ahvekariya  berfireh a dualî di rojeva  hevkariyên Îran û Iraqê de ye.

 Nîşangeha  pisporiyê ya  Komara Îslamî ya Îranê bi navê proja Bexdayê bi beşdariya 45 beşdarên mezin li warên curbicur  ên binavahiyan roja duşemiyê li Bexdayê destpê bû û dê heya pêncşemiyê jî xebata xwe bidomîne.

 Li vê nîşangehê hin şîrket jî  li warên  kelûmalên  avahiyan, kareba, pola, hesin, kaşî û seramîkê û dar û kabîêtê beşdar bûne.