Civîna çalakvanên aborî yên Îran û Iraqê bi armanca xurtkirina hevkariyan
Zêde ji 100 çalakên aborî yên îranî û iraqî li civîneke hevpar li Bexdaya paytexta Iraqê ser xurtkirina hevkariyên dualî teqez kirin.
Li gorî rapora IRNA`yê, Mûsa Elîzade Tebatebayî, alîkarê balyozê Îranê li Bexdayê sêşemiyê şevê li civîna çalakên aborî yên Îran û Iraqê got: Her du welatên dost û cîran yanê Îran û Iraq xêncî xalên hevparên zav ên dîrokî, çandî û cuxrafiyayî divê hevkariyên aborî yên berfiretir jî hebin.
Îstebriq Îbrahîm El-Şok, alîkarê wezîrê mal û xanîberan ê Iraqê jî peywendiyên her du welatan qahêm û pêşketî nirxand û ser xurtkirin û berfirehkirina hevkariyan û xebitandina sermayên hevpar navbera Îran û Iraqê teqez kir.
Nasir Bêhzad Elîzade, şêwirmendê bazirganî yê Îranê li Iraqê jî got: Li gorî bernama 20 milyar dularî ya ticareta Îran û Iraqê, pêşeya avahiyê wek pêşeyek baş bo ahvekariya berfireh a dualî di rojeva hevkariyên Îran û Iraqê de ye.
Nîşangeha pisporiyê ya Komara Îslamî ya Îranê bi navê proja Bexdayê bi beşdariya 45 beşdarên mezin li warên curbicur ên binavahiyan roja duşemiyê li Bexdayê destpê bû û dê heya pêncşemiyê jî xebata xwe bidomîne.
Li vê nîşangehê hin şîrket jî li warên kelûmalên avahiyan, kareba, pola, hesin, kaşî û seramîkê û dar û kabîêtê beşdar bûne.