Emîrekî DAIŞ`ê li çîyayên Hemrînê hat kuştinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i303597-emîrekî_daiŞ_ê_li_çîyayên_hemrînê_hat_kuştinê
Emîrekî koma têrorîst a DAIŞ`ê ku berpirsê opêrasyonên wê komê li devera Xaneqînê bû, di encama opêrasyona hêzên iraqî li çîyayên Hemrînê li parêzgeha Dîyalê de hat kuştinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 22, 2019 13:42 Asia/Tehran
  • Emîrekî DAIŞ`ê li çîyayên Hemrînê hat kuştinê

Emîrekî koma têrorîst a DAIŞ`ê ku berpirsê opêrasyonên wê komê li devera Xaneqînê bû, di encama opêrasyona hêzên iraqî li çîyayên Hemrînê li parêzgeha Dîyalê de hat kuştinê.

Ligorî rapora Malpera Bas News`ê, Sazîya Dijî Têrorê ya Iraqê di daxûyanîyekê de ragihand ku di encama opêrasyoneke hêzên iraqî li çîyayên Hemrînê li parêzgeha Dîyalê de ku bi merema ramalîna deverê ji paşmayîyên DAIŞ`ê pêk hat, emîrekî DAIŞ`ê bi navê Nîhad Evdilselam Koroy xelkê Celewlayê hat kuştinê.

Ligorî daxûyanîya Sazîya Dijî Têrorê ya Iraqê ew kesa berpirsê karên ewlehîyê û plankarîya opêrasyonên têrorîstî yê DAIŞ`ê li parêzgehên Kerkûk û Dîyalê bûye û çend opêrasyonên têrorîstî li Xaneqîn, Celewla û Qeretepê cih anîne.

Di pişkeke din a wê daxûyanîyê de hatîye ku wî emîrê DAIŞ`ê herwiha hejmarek welatîyên iraqî li rêya Kerkûk-Bexdayê revandibûn û ew piştî opêrasyona naskirinê ya Sazîya Dijî Têrorê ya Iraqê bi hevkarîya Hevalbendîya Navnetewî ya Dijî DAIŞ`ê hatîye kuştinê.