Pêgirîya Heşdi Şeibîyê ser derxistina lezgîn a Amerîkayê ji bakura Iraqê
Nîsan 22, 2019 12:54 Asia/Tehran
Berdevkê Hêzên Heşdi Şeibî li mêhwera bakura Iraqê amajeyî astengîderxistinên Amerîkayê ser rêya çalakîyên hêzên iraqî yên jinavbirina şaneyên nihênî yên DAIŞ`ê kir û xwest ku hêzên amerîkî bên derxistinê.
Berdevkê Hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê Elî Hisêynî di hevpeyvîna digel Malpera Nûçan a Al Malûmê bi gotina vê yekê ku liv û tevgerên Amerîkayê li Hewîcê û deverên din ên bakura iraqê, nayên qebûlkirinê, dîyar kir: Hêzên ewlehîyê û yên Heşdi Şeibî yên Iraqê dikarin êrişên koma têrorîst a DAIŞ`ê li wan deverana pûç bikin.