Li bakura Iraqê terorîstekî amerikî hat kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i303538-li_bakura_iraqê_terorîstekî_amerikî_hat_kuştin
Çavkaniyên nûçeyan diyar kiri ku li bakura Iraqê leşkerekî terorîst ê Amerîkayê hat kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 21, 2019 06:56 Asia/Tehran
  • Li bakura Iraqê terorîstekî amerikî hat kuştin

Çavkaniyên nûçeyan diyar kiri ku li bakura Iraqê leşkerekî terorîst ê Amerîkayê hat kuştin.

Li gor nûçeya Fars Newsê, Serbazê terorîst ê Amerîkayê duh li parêzgeha Nînowa ya Iraqê dema ajotina erebeyê can daye..

Hevpeymaniya Navdewletî ya qaşo Dijî DAIŞê ya bi serkêşiya Amerîkayê li Iraqê, di daxuyaniya xwe da ragihanidiye duh şemiyê serbazekî amerekî li Bakurê Iraqê li parêzgeha Nînowa miriye.Herwiha di daxuyaniyê da hatiye gotin ew serbaz ne ji ber bûyereke serbazî miriye û navê wî jî nehatiye aşkerekirin.

Di dawiya daxuyaniyê da jî amaje bi wê yekê hatiye kirin ku ew ê zanyariyên zêdetir derbarê bûyerê û sedema mirina vî terorîstê amerîkî di demeka guncaw da ji rayagiştî ra aşkere bikin.

Leşkerên terorîst ên Amerîkayê di sala 2011 de terka Iraqê kiribûn, lê belê di sala 2014 cardin ew bi henceta şerê li dij DAIŞê vegeriyan Iraqê. Niha Amerîkayê li Iraqê ji leşkerên xwe re çend bargeh çêkirine û derneketina wan ji Iraqê bûye sedema nerazîbûna xelkê Iraqê.