El-Helbûsî: Iraq bi saya fetwaya merceyet û fîdakariya ewladê xwe serbilind rawestaye
Serokê parlemana Iraqê diyar kir: Iraq îro piştî şerê şerafetmendane li hember terorîstan bi saya fitwaya merceyetê û fîdakariya ewladê xwe serketî û serbilid û ezîz rawestaye.
Li gorî rapora ISNA`yê, Muhemed El-Helbûsî serokê parlemana Iraqê li axiftina merasima destpêkê ya yekim civîna parlemanên şer cîranên Iraqê got ku ev welata piştî salan kariye cih û şûna xwe li navçê peyda bike.
Li gorî rapora Someriye Newsa Iraqê, El-Helbûsî li vê barê diyar kir: Eva Iraq e ku îro rojê Iraq îro piştî şerê şerafetmendane li hember terorîstan bi saya fitwaya merceyetê û fîdakariya ewladê xwe serketî û serbilid û ezîz rawestaye.
Wî bal kişand ser vê yekê ku bi piştgiriya bira û cîranan îro derketiye cih û şûna xwe û ji hemî kesên ku li gor gotina wî di rewşa dijwar de di hewara Iraqê de hatin sipasî kir.
El-Helbûsî bal kişand ser ewlehiya welatên cîranê Iraqê û hebûna sînorên hevpar ji hegerên sereke yên hevdengiya bi welatên cîran re da zanîn û got: Bexda îsrarê dike ku bi hemî welatên navçê re peywedniyên baş şê bike.
Serokê parlemana Iraqê di dewamê de bal kişand ser siyaeta tevlînebûna vî welatî li rêzên siyasî yên navçê û got: Di dema ku Iraq bi Îranê re peywendiyên civakî û aborî ya hevpar heye hevgav bi Erebistana Siûdî li astên herî bilind, muzakirên din destpê kiriye û peywendyên Kuweyt û Iraqê peywendiyên giring heye û her wiha peywendiyên Iraq û Tirkiyê îro direwşa herî baş de ye û me bi Enqerê re hin proje bi dawî kiriye.
Wî li bara peywendiyên Iraq û Sûriyê jî bal kişand ser vekirina derbasgehên sînorî û li bara Urdinê jî bal kişand ser hevhatinên her du welatan.