Yekem civîna parlimanên 6 welatên cînarê Iraqê destpê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i303521-yekem_civîna_parlimanên_6_welatên_cînarê_iraqê_destpê_bû
Yekem civîna parlimanên 6 welatên cînarê Iraqê ser navê `` Iraq, istiqrar û pêşketin`` li Bexdayê destpê bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 20, 2019 12:40 Asia/Tehran
  • Yekem civîna parlimanên 6 welatên cînarê Iraqê destpê bû

Yekem civîna parlimanên 6 welatên cînarê Iraqê ser navê `` Iraq, istiqrar û pêşketin`` li Bexdayê destpê bû.

Yekem civîna parlimanên 6 welatên cînarê Iraqê îro ser navê `` Iraq, istiqrar û pêşketin`` li avahîya Parlimana vî welatî bi serokatîya Serokê Parlimana Iraqê Mihemed Helbûsî li Bexdayê destpê bû.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Wai`ê, desteyên parlimanî yên Erebistan, Tirkîye, Îran, Kuweyt, Urdin û Sûrîyê bi serokatîya Serokpoarliman an rayedarên pillebilind ên wan welatana di wê civînê de pişkdar bûne.

Çavdêrên meseleyên sîyasî li Iraqê, civîna 6 welatên cînarê Iraqê li Bexdayê yek ji bûyerên herîgirîng ên dîplomatîk di dewrana piştî DAIŞ`ê li Iraqê de û wekî nîşaneyeke derbasbûna vî welatî nav qonaxa sîyasî û navnetewî ya nû dizanin.

Komîsyona Peywendîyên Derve ya Parlimana Iraqê jî ``ewlehîya Iraqê û welatên cînar``, tivdîr  û pêngavên nû yên herêmî bi merema biryardayînên girîng jibo avakirina devereke ewleh di qonaxa bê de`` û ``hilkolandina hevkarîyên aborî û sîyasî yên welatên pişkdarê civînê`` sê mêhwerên sereke zanîn ku yê di vê civînê de bên hilkolandin.

Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê Elî Larîcanî di civîna 6 welatên cînarê Iraqê de pişkdar nebûye û Elaedîn Birûcêrdî digel desteyeke pillebilind dewsa wî di vê civînê de pişkdar bûye.