Kemlandin hêzgeha berhemanîna karebayê ya Kerkûkê bi hevkariya Îranê
Wezîrê enerjiyê yê dewleta Iraqê raghand ku proja çêkirina hêzgeha 320 MW ya berhemanîna karebayê li Kerkûkê bi hevkariya şîrketeke îranî tê kemlandin.
Li gorî rapora Kurd Pressê, û ji zarê televîayona kurdîziman a NRTyê, Lûyî Xetîb raghand ku bona çareserkirina pirsgirêka kêmasiya karebaya Kerkûkê daxwaz ji şîrketa neteweyî ya berhemanîna karebaya Iarqê kiriye ku proja çêkirina hêzgeha 320 MW ya berhemaîna karebayê li navça Debsa Kerkûkê bi alîkariya Îranê dawî bînin.
Wezîrê enerjiyê yê dewleta Iraqê got ku şîrketa berhemanîna hêza karebaya Iraqê erkdar bûye ku bi şîrketa sanîra îranî li bara kemlandina vê projeyê gotûbêjê bikin.
Wî destnîşan kir ku sedî 65 ê vê projeyê pirtir ji aliyê şîrketa Power Mahine a rûsî cih hatiye lê ev şîrketa li sala 2011`an karê ser vê projeyê rawestand.
Kiryara dewleta Iraqê bona wergirtina alîkariyê ji Îranê li kemlandina vê projê li halekê ye ku Emerîkayê zextên xwe bona boykotkirina Îranê û girtina pêşiya peywedniyên vî welatî bi taybet bi Iraqê re zêde kiriye.