Rabûna lehiyê li bajarên Iraqê û Herêma Kurdistana vî welatî
Ji ber barînên giran ên du rojên derbasbûyî li bajarên curbicur ên Iraqê û Herêma Kurdistanê, lehî rabûye û gelek xisar li avahî, mal, riyên peywendiyê û binavhiyên belavkirina karebayê ketine.
Li du rojên derbasbûyî, bajarên Iraq û Herêma Krdistanê şehedê barînên giran bûne û bi dû van barînan li hin bajar û navçan lehî rabûye.
Malpera nûçan a SNN`ê li vê barê raghand ku riyên peywendiyê li navçên Kelar û Derbendîxanê li parêzgeha Silêmaniyê ji ber rabûna lehiyê û kavilbûna rê û pireyan hatine girêdanê û peywendiya hin gundan qut bûye.
Her wiha Rehman Xanî rêveberê bendava Derbendîxanê jî hişyarî da ku zirûfa vê bendavê tijî bûye û bi dewama barînê hitmala rabûna lehiyê li ber bendavê heye.
Li parêzgehên Kelar, Helebçê û beşek ji Silêmaniyê jî hemî qonaxên xwendinê ji ber rewşa xirab a hewayê û rabûna lehiyê hatine tehtîlkirin.
Şaredariya Silêmaniyê bi daxûyaniyekê raghand ku lehî bûye sedema xisareta li avahiya û malên xelkê û her wiha riyên peywendiyê navbera vê parêzgehê û tîmên gîhandina alîkariyê derketine rewşa amadetiyê û li halê hilkolandina rewşê ne.
Ji aliyê din ve malpera nûçan a Hawilatiyê, Rêxistina kontrola qeyranê ya Iraqê li bara rabûna lehiyê li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Wasita Bexdayê , Kerkûk, Selahedîn û Neynewayê û amadetiya tam a hêzên gîhandina alîkariyê û artêşê li van parêzêgehan agahî daye.