Hevdîtina şêx El-Ezher û Ebdulmehdî li Qahirê
Şêx El-Ezher li hevdîtina bi serokwezîrê Iraqê re li Qahirê got ku hez dike sefera Necefa Eşref bike.
Li gorî rapora ISNA`yê û ji zarê malpera kanala Rûsiya El-Yewmê, nivîsgeha medyayî ya Adil Ebdulmehdî serokwezîrê Iraqê raghand ku wî roja yekşemiyê bi Ehmed El-Teyib, şêx El-Ezher li Qahirê hevdîtin pêk aniye.
Li gorî vê raporê, Ebdulmehdî li vê hevdîtinê diyar kir: Iraqê tevî hebûna hemî pirsgirêkan ku pê re rûbirû bûye di riya durust de dimeşe û kariye ku bi yekitiya netewê xwe, DAIŞ`ê ji nav bibe.
Wî raghandiye ku dewleta Iraqê bona xurtkirina yekitiya navbera gelan û damezrandina peywendiyan bi hemî welatên erebî û welatên cîran re û her wiha geşatiya aborî, avedankirin û rawestana li ber feqr û xizaniyê û nezaniyê û paşdemayînê hewl dide.
Her wiha El-Tiyib jî bo sefera Iraqê û bajarê Necefa Eşref amadetiya xwe raghand.
Wî her wiha li bara pêşketina Iraqê, yekitî û yekperçetiya gelê wê û her wiha serketina vî welatî ser terorîzmê kêfxweşiya xwe da diyarkirin.
Şêx El-Ezher diyar kir: Peywendiyên xurt navbera dewlet û gelê Misrê û Iraqê pêdivî dike ku hemî pirsgirêkên xwe daynin qeraxê.