Parlimana Iraqê dil heye hêzên ser bi PKKê ji Şengalê derxîne
Serokê Komîsiyona karên Şengalê li Parlimana Iraqê qala amadekirina planekê bi mebesta derxistina hêzên ser bi PKKê ji şengalê bi wajoya 68 parlementerên PKKê kir.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Şîrvan Doberanî, Serokê Komîsiyona karên Şengalê li Parlimana Iraqê qala biryara pûarlimanê jibo derxistina hêzên ser bi PKKê ji Şengalê û anîna zextê li ser dewleta Iraqê di vî warî da kir.
Wî li hevpeyivîna digel Kurdistan 24ê ragihand ku Komîsiyona hilkolandina rewşa Şengalê li Parlimana Iraqê her wiha Komîteya peydakirina rastiyan a Parlimanê raporek ji 30 xalan derbarê Şengalê amade kiriye.
Doberanî her wiha got ku Komîsiyona hilkolandina rewşa Şengalê li Parlimana Iraqê her wiha Komîteya peydakirina rastiyan a Parlimanê planek bi wajoya 68 nûnerên Parlimana Iraqê jibo derxistina PKKê û hilkolandina rewşa Şengalê û çareserkirina pirsgirêkên wê amade kiriye û di vî warî da bi serokê Parlimanê ra jî şêwiriye.
Ev di rewşekê da ye ku pêştir ajansa El Medarê ragihand ku li şaristana Êzdînişîn a Şengalê li bakurê parêzgeha sînorî ya Nêynewayê li bakurê rojavaya Iraqê şer û pevçûna navbera hêzên artêşa vî welatî û mîlîtanên PKKê qewimiye û raporên werrgirtî qala kuştin û birîndarbûna hejmareka hêzên du aliyan dikin.
Artêşa Iraqê hejmareka zêdetir a hêzan şandiye beşa Sinonî ya bakurê şaristana Şengalê ku cihê pevçûna digel hêzên PKKê ye.