Rûhanî bi Ayetullah Feyyaz re li Necefê hevdîtin pêk anî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i302289-rûhanî_bi_ayetullah_feyyaz_re_li_necefê_hevdîtin_pêk_anî
Serokê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî li Necefê bi ayetullah Mihemed Ishaq Feyyaz yek ji merceyên iraqî re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 13, 2019 14:06 Asia/Tehran
  • Rûhanî bi Ayetullah Feyyaz re li Necefê hevdîtin pêk anî

Serokê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî li Necefê bi ayetullah Mihemed Ishaq Feyyaz yek ji merceyên iraqî re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Serokê Komara Islamî ya Îranê îro piştî nîvro li Necefê bi ayetullah Mihemed Ishaq Feyyaz yek ji merceyên iraqî re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Serokê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî vê sibê derbasî Necefê bû û destpêkê çû zîyareta tirba Imam Elî (S). Wî paşê bi Ayetullah Elî Seyîdelî Sîstanî merceyê pilebilind ê Iraqê re hevdîtin pêk anî.

Seredana mala ku xîmdarê Komara Islamî ya Îranê Imam Xumêynî (RE) lê dima, hevdîtina digel Seyîd Elîekber Muhteşemîpûr nunerê Navenda Weşandina Berhemên Imam Xumêynî (RE) û Seyîd Elî Xumêynî nevîyê wî ji bernamên din ên Rûhanî bûn. Serokê Komara Islamî ya Îranê ku duh danê êvarê gihîşt Kerbelayê, çû zîyareta tirbên Imam Husêyn (S) û hezretê EAbulfezl (S) û paşê bi serokeşîrên parêzgehên Kerbela, Babil û Firata Navîn re civîya.