Pêgirîya Serokomarên Îran û Iraqê ser bikaranîna diravên netewî di danuistandinên ticarî de
Serokê Komara Islamî ya Îranê û Serokomarê Iraqê pêgirî ser bikaranîna diravên netewî di danuistandinên ticarî yên dualî de kirin.
Serokê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî îro di hevdîtina digel Serokomarê Iraqê Berhem Salih li Bexdayê de berfirekirina peywendîyên bankî palpişteke qahîm jibo berfirekirina hevkarîyên ticarî û aborî yên her du welatan zanî û got: Bihêzkirina Bankên Navendî yên her du welatan û berfirekirina hevkarîya ticarî bi saya sûdwergirtina ji diravên netewî, yê Têhran û Bexdayê ji diravên bîyanî bêminet bike.
Rûhanî herwiha pêgirî ser hewildana jibo pêkanîna hêsankarîyan li peywendîyên gumrikî, sînorî û istandardên koalîteyê jibo berfirekirina peywendîyên aborî û ticarî yên Îran û Iraqê kir û got: Her du welat dikarin peywendî û hevkarîyên xwe di warên curbicur de ji wan enerjî, tranzît, veguhestina kelûpelan, bikaranîna baştir a çavkanîyên çemê Ervendê û bihevregirêdana rêya hesin a her du welatan berfire bikin.
Serokê Komara Islamî ya Îranê pêgirî kir ku Îran hertim dixwaze Iraq ewleh, serbixwe û pêşketî be, dîyar kir: Têkoşîna dijî têrorîsmê divê heta kokbirrkirina wê bidome û Îran jibo pişkdarîya çalak di jinûveavakirina deverên şerlêketî yên Iraqê de amade ye.
Rûhanî herwiha got: Tu borokirasî û hîç welatekî din nikare bandorê li peywendîyên Îran û Iraqê bike.
Serokomarê Iraqê Berhem Salih jî di vê hevdîtinê de bi gotina vê yekê ku Îranê roleke gellekî berbiçav di têkbirina DAIŞ`ê de hebûye, pêgirî ser berfirekirina hevkarîya Bexda-Têhranê di warên curbicur j iwan di warên rêya hesin, geştyarî, jîngeh, pêşe, meiden û hevkarîyên zanistî û çandî de kir.