Pêşwaziya fermî ya Serokomarê Iraqê ji Hesen Rûhanî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i302220-pêşwaziya_fermî_ya_serokomarê_iraqê_ji_hesen_rûhanî
Serokê Komara Îslamî ya Îranê îro anku Duşemiyê li Qesr ul Selam (Koşka Aştiyê) ya Bexdayê bi awayê fermî ji aliyê Serokomarê Iraqê va hat pêşwazîkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 11, 2019 09:53 Asia/Tehran
  • Pêşwaziya fermî ya Serokomarê Iraqê ji Hesen Rûhanî

Serokê Komara Îslamî ya Îranê îro anku Duşemiyê li Qesr ul Selam (Koşka Aştiyê) ya Bexdayê bi awayê fermî ji aliyê Serokomarê Iraqê va hat pêşwazîkirin.

Li vê rêûrsimê piştî jenîna Sirûda neteweyî ya Îran û Iraqê, hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê û Berhem Salih, Serokomarê Iraqê, ji ber yekîney pêşwaziyê derbas bûn û piştre desteyên pileberz ên hevrê digel xwe ji hev ra dan nasandin.

Biryar e ku serokomarênn Îran û Iraqê piştî merasîma pêşwziya fermî, bi amadebûna desteyên bilind ên du welatan, hevdîtin bikin û di warê geşatî, û xurtkirina giştalî ya danûstandin û hevkariyên Têhran û Bexdayê gotûbêj bikin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di serê desteyeka bilind a siyasî û aborî îro anku Duşemiyê, 11ê Adara 2019an gihîşte Bexdayê.