Berhem Salih: Sefera Rûhanî bo Iraqê xwedan girîngiyeke zehf e
Adar 10, 2019 12:27 Asia/Tehran
Serokomarê Iraqê sefera Serokê Komara Îslamî ya Îranê bo wî welatî gellek girîng da zanîn.
Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya Tasnim Newsê, Berhem Salihê serokomarê Iraqê li hevdîtina bi desteya mêdyayî ya Îranê l Bexdayê got: Aramî û ewlehya navçeyê bi berfirehbûna hevkariyên siyasî-aborî û ewlehiyê yên welatên navçeyê ji wan Komara Îslamî ya Îranê dê pêk bê.
Berhem Salih derbarê pêwendiya welatê xwe digel Sûriyê jî got: Iraq daxwaza berfirehkirina hevkariyên xwe tev Sûriyê dike û pêwendiyên dualî di rewşa niha da di asteka bilind da ye.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê biryar e ku sibe anku Duşemiyê (11ê Adarê) di serê desteyeka siyasî û aborî biçe Iraqê.