Berhem Salih: Sefera Rûhanî bo Iraqê giring e
Adar 05, 2019 14:52 Asia/Tehran
Serokkomarê Iraqê sefera tê ya serokkomarê Îranê bo Bexdayê giring nirxand.
Li gorî rapora roja sêşemiyê ya Someriye News`ê, Berhem Salih serokkomarê Iraqê bal kişand ser vê yekê ku peywendiyên Bexda-Têhranê bi Îranê re divê li gor berjewendiyên hevpar be û destnîşan kir: Peywendiyên Iraqê bi Îranê re li dijî welatên erebî û welatên derdora kendava Farsê nîne.
Berhem Salih bal kişand ser vê yekê ku di dema şêrê li hemberî DAIŞ`ê Îranê roleke giring li piştgiriya ji hêzên iraqî hebûye û hêvî kir sefera Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê bo Iraqê bibe sedema berfirehbûna zêdetir a peywendiyên du welatan.
Biryar e serokê Komara Îslamî ya Îranê rojên tê bi taximeke pilebilind a siyasî û aborî re berê xwe bide Iraqê.