Dijayetiya li hember hebûna leşkerên biyanî li Iraqê
Hevalbendiya Çaksazî û ji nûveavakirinê li Iraqê dijî hebûna leşkerên biyanî û damezirandina pêgehên leşkerî yên li axa Iraqê derket.
Li gorî rapora roja sêşemiyê ya Ajansa nûçeyan a Tesnîmê, Hevalbendiya Çaksazî û ji nûveavakirinê li Iraqê bi serokatiya Seyd Emar Hekîm, biryara vê konseyê ya li ser dijayetiya li hember hebûna leşkerên biyanî û damezirandina pêgehên hertimî yên Amerîkayê li axa Iraqê pejirand.
Donald Trump, serokomarê Amerîkayê vê dawiyê ragihand ku naxwaze leşkerên Amerîkayê ji Iraqê derxîne.
Bi têkçûna DAIŞ`ê li Iraqê di Kanûna sala 2017`an de, xelk, partî, kesayetî û mêdyayên iraqî dixwezin ku leşkerên amerîkî ji welatê wan derkevin.
Li gorî nûçeyeka din, hevhatinameya siyasî ya du partiyên Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştîmanî (YNK) piştî civîna hevpar a wan a li Hewlêrê hate îmzekirin.
Ev hevhatina ji aliyê Nêçîrwan Barzanî ji Partya Demokrat a Kurdistana Iraqê û Kosret Resûl Elî, ji Yekîtiya niştîmanî ya Kurdistana Iraqê ve hatiye îmzekirin.
Ev hevhatinameya mijarên têkildarî Herêma Kurdistanê, Kerkûk û Bexdayê digire ber xwe.