Lijneyek bo anîna termê 50 keçên êzdî yên li Baxozê tê pêkanîn
Serokê Cıvata parêzgeha Mûsilê diyar kir: ‘’Lijneyek bo şopandin û anîna termê 50 keçên êzdî yên li Baxozê hatine serjê kirin dê bê pêkanîn. Ew lijne dê navbera hikûmeta Iraqê û Sûriyê de be û karê şopandin û piştrast kirina li ser wê bûyerê dê birêve bibe û eger rast be dê hewl bide termên wan bîne.’’
Serokê Civata Parêzgeha Mûsilê Seydo Çeto ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li gel mala êzdiyan a Sûriyê û serokwezîrê Iraqê em ê hewlên berdewam bo şopandin û anîna termên keçên êzdî yên li Baxozê hatine serjê kirin bidin. Heta naha jî ti zanyariyên piştrast dest me neketine. Ji ber ku hîn Baxoz bi temamî rizgar nebûye û di destê terorîstên DAIŞê de ye. Ew wêneyên hatine belav kirin jî yên kevin bûn. Eger tiştekî wisa hebe jî dê lijneya navbera Iraqê û Sûriyê de kar bike bo anîna termên wan keçên êzdî.’’
Wî herwaha got: ‘’Lijneya rizgarkirina girtiyên êzdî li civata Mûsilê di hewlên berdewam de ye li gel ofîsa rizgar kirina revandiyên êzdî li Duhokê û hemû alî dê ji bo veguhestina girtiyên êzdî ji Baxozê ji bo nav kesûkarên xwe yên li Şingalê di hemahengiyê de ne.’’
Hin çavkaniyan vê dawiyê ragihandin ku koma terorîst a DAIŞê ji bo standina heyfa xwe ji kurdan bi taybet li bakura Sûriyê 50 kçên êzdî serjê kirin.