4 milyon awareyên iraqî zivirîne deverên ji lepên DAIŞ`ê hatine azadkirinê
Adar 04, 2019 14:36 Asia/Tehran
Wezareta Koçberîyê ya Iraqê ragihand: Piştî serketina li hemberî koma têrorîst a DAIŞ`ê, ji sala buhurî ve heta nika, 4 milyon aware zivirîne ser mal û milkê xwe.
Hevgavê seredana desteyeke navnetewî ya koçberîyê bo Bexdayê, Berdevkê Wezareta Koçberîya Iraqê Sitar Newroz dîyar kir ku pPiştî serketina li hemberî koma têrorîst a DAIŞ`ê, ji sala buhurî ve heta nika, 4 milyon aware zivirîne ser mal û milkê xwe û nêzî 465 hezar aware jî niha li kempan dijîn.
Sazîya Navnetewî ya Koçberîyê sala 2018`an ragihand ku 5 milyon û 800 hezar kes ji ber êrişên DAIŞ`ê aware bûne.