Zêde ji hezar û 500 jinên DAIŞî di zindanên Iraqê da ne
Adar 04, 2019 07:54 Asia/Tehran
Endamê Komîsiyona Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê ragihand ku niha zêde ji 1500 kes ji jinên DAIŞ'î bi sûcê endamtiya li nav DAIŞê û hevkariya digel vê komê li nav zindanên Iraqê ne.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Elî Beyatî, Endamê Komîsiyona Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê ragihand ku pirraniya van jinan biyanî ne û welatiyên welatên cûrbicûr ji wan Frasa, Almanya, Amerîkaya Başûr û hwd in.
Endamê Komîsiyona Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê her wiha got ku pirraniya van jinan hevrê digel zarokên xwe li nav zindanan da ne.
Li gorî gotina Elî Beyatî, 70 jinên ûris hevrê digel 124 zarokên rûsî li nav zindanên Iraqê ne û beşeka wan jî bo Rûsiyê hatine veguhestin.