Bexda: Erdên Iraqê dê nebin meqerek bo derbelêxistina li tu welatekî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i301952-bexda_erdên_iraqê_dê_nebin_meqerek_bo_derbelêxistina_li_tu_welatekî
Berdevkê Wezareta karên derve ya Iraqê teqez kir: Li mesela boykotên Emerîkayê li dijî Îranê, Bexda naxwaze bibe beşek ji zext û zora li dijî mêhwerekê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 03, 2019 13:22 Asia/Tehran
  •  Bexda: Erdên Iraqê dê nebin meqerek bo derbelêxistina li tu welatekî

Berdevkê Wezareta karên derve ya Iraqê teqez kir: Li mesela boykotên Emerîkayê li dijî Îranê, Bexda naxwaze bibe beşek ji zext û zora li dijî mêhwerekê.

 Li gorî rapora roja yekşemiyê ya Fars News`ê, Ehmed El-Sehaf, berdevkê wezareta karên derve ya Iraqê, li gotûbêja bi rojnama  El-Heyatê re got: Iraq bi welatên cîran re di peywendiyê de ye, ser ewlehiya giştalî ya navçeyî disekine û dê nehêle ku erdên Iraqê bibin meqerek an derbasgehek bona derbelêxistina li tu aliyeke navçeyî.

 Berdevkê Wezareta karên derve ya Iraqê bal kişand ser vê yekê ku Bexda piştgiriyê nade siyaseta çend mêhwerî li navçê û destnîşan kir: Ev siyaseta, dê navgîna cemserbendiya firqeyî zêde bike.

 Donald Trump serokomarê Emerîkayê midehek berî niha got ku  Emerîka ji riya meqera xwe ya eskerî li Iraqê, dê çavdêriya Îranê bike gotina ku rastî berteka neyînî û nerazîbûna  piraniya aliyên siyasî yên Iraqê hat.