Bi dehan jin û zarokên DAIŞ`î di zîndanên Iraqê da ne
Komîsaryaya Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê ragihand: Zêde ji 1500 jin û zarokên DAIŞ`î yên bîyanî di zîndanên vî welatî da ne.
Endamê Komîsaryaya Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê Elî Beyatî amajeyî hebûna 3 jin û 2 zarokên fransî di nav koma têrorîstên DAIŞ`î di zîndanên Iraqê da kir û got: Jinek û sê zarokên almanî û sê jin û sê zarokên ji Amerîkaya Başûr jî di nava wan DAIŞ`îyan in ku li Iraqê hatine girtinê.
Beyatî pêgirî kir ku têrorîstên DAIŞ`ê divê li welatê xwe bên wergirtinê û got: Ew welatana berpirsê meyla wan a ser hizra tekfîrî û tundrê ne.
Vî endamê Komîsaryaya Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê li gorî nebûna binesazî û imkanên darayîyê yên vî welatî ji bo dewama ragirtina jin û zarokên DAIŞ`î di hepsên Iraqê de got: Tenê muhakimekirina wan kesan heye ku sûcê wan hatîye selimandin.