Ebdulmehdî: Iraq DAIŞ`îyên biyanî wernagire
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i301804-ebdulmehdî_iraq_daiŞ_îyên_biyanî_wernagire
Serokwezîrê Iraqê raghand: Ev welata dê endamên DAIŞ`ê yên biyanî ku ji aliyê welatê xwe ve nayên qebûlkirin, wernegire.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 27, 2019 14:31 Asia/Tehran
  •  Ebdulmehdî: Iraq DAIŞ`îyên biyanî wernagire

Serokwezîrê Iraqê raghand: Ev welata dê endamên DAIŞ`ê yên biyanî ku ji aliyê welatê xwe ve nayên qebûlkirin, wernegire.

 Li gorî  rapora ISNA`yê, Adil Ebdulmehdî roja sêşemiyê li gotûbêja bi kanala Someriye Newsê re li bara dilgiraniya rayedarên  Iraqê  ji wergirtina endamên biyanî yên DAIŞ`ê û mehkemekirina wan li vî welatî got: Bexdayê nêzîkî 250 endamên DAIŞê yên welatyê Iraqê ji Sûriyê wergrtine ku dê wan biguhezîne zindanê.

 Li gorî gotina serokwezîrê Iraqê, endamên DAIŞ`ê ev kes in ku  bi tekfîrî û terorîstan bi zorê hevkarî kirin û komek din  bi dilê xwe bi endamên çekdar re hevkarî kirine ku rewşa her yek ji van malbatanadê were hilkolandin.

 Li gorî gotina berpirsên iraqî, welatên rojavayî hewl didin Bexdayê bona radestkirina nêzîkî çar sed heya 600 kes ji endamên  DAIŞ`ê yên  welatiyên  Almanya, Firansa, Inglîz û Kanadayê û hin welatên din ên ewrûpî qayîl bikin ku li gor  xala çaran a qanûna  rawestana li ber terorîzmê li Iraqê li vî welatî bên mehkemekirin.