3 kesên sivîl li encama teqîna li Felûceya Iraqê hatin kuştin
Sibat 26, 2019 14:23 Asia/Tehran
Herîkêm 3 kesên sivîl li encama teqîna bombeyê li bajarê Felûca parêzgeha Enbarê li roava Iraqê hatin kuştin.
Li gorî rapora roja sêşemiyê ya Mêhr Newsê, li encama teqîna Felûcê hejmarek ji welatiyên iraqî jî birîndar bûn.
14 Sibatê jî li encama teîqna bombeyê li Samerara Iraqê, heşt kes hatin kuştin û pênc kesî jî biîndar bûn.
Tevî işkesta koma terorîstî ya DAIŞ`ê li Iraqê, hîn jî hejmarek ji endamên vê koma terorîstî li navçên curbicure vî welatî de hene û bi awayekî berbilav operasyonên terorîstî cih tînin.
Artêş, hêzên ewlehiyê û Heşda Şebî ya Iraqê li opersyonên hevpar heya niha karîne ku endamên mayî ên DAIŞ`ê li navçên curbcure vî welatî bigrin û hejmarek ji wan bikujin.