Hevdîtina Iraqçî tev serokwezîrê Iraqê
Serokwezîrê Iraqê ji berfirehkirina peywendiyan bi Îranê re pêşewazî kir û li bara amadetiya welatê xwe bona avakirina navça pêşeyî ya hevpar li sînorê navbera her du welatan agahî da.
Li gorî rapora Kurd Press`ê û ji zarê Bexda El-Yewmê, nivîsgeha raghandinê ya Adil Ebdulmehdî, serokwezîr û fermandê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê îro piştî nîvro bi daxûyaniyekê raghand ku wî li nivîsgeha xwe ya fermî li bajarê Bexdayê pêşewaziya Ebas Iraqçî, alîkarê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê kiriye.Li gor vê daxûyaniyê, armanca hevdîtina Ebdulmehdî û Iraqçî ku bi beşdariay taxima bi wî re, Îrec Mescidî, balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê û hejmarek din ji berpirsan hatiye lidarxistinê, tidareka sefera di demeke nêzîk ya Hesen Rûhanî, serokê Komara Îslamî ya Îranê bo Iraqê bûye ku têde her du aliyan li bara hûrgilî û bernameyên vê sferê behs û gotûbêjkirin.
Serokwezîrê Iraqê û alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li hevdîtina xwe li bara riyên geşatiya peywendiyên navbera du welatan, berfirehkirina hevkariyê li warên aborî, ticarî, çavkaniyên avê, sînorên hevpar û vîzeyê û her wiha hez û meyla her du welatan bona bidestxistina reşnivîseke hevhatinê li gor cihhatina berjewendiyên hevpar bi awayekî adilane gotûbêjkirin.
Ebdulmehdî li vê hevdîtinê tevî pêşewzaiya ji berfirehkirina peywendiyên Iraqê bi Îranê re wê ser qezanca herdu welatan û gişt navçê da zanîn û teqez kiriye ku Iraq bona avkirina navçeyeke pêşeyî ya hevpar bi Îranê re mîna navça pêşeyî ya hevpar bi Urdinê re, amade ye.
Iraçî ji silavên germ ên rêberê giranqedre Inqilaba Îslamî û serokê Komara Îslamî ya Îranê gîhandin Ebdulmehdî û teqez kiriye ku li dû vê yekê ne ku sefera tê ya Rûhanî bo Iraqê bona xurtkirin û berfirehkirina hevkaiya aborî û ticarî yên her du welatan bi bandor be.