Hilkolandina riyên xurtkirina peywendiyên hêzên çekdar ên Îran û Iraqê
Alîkarê wezîrê berevaniyê yê Hêzên çekdar ên Îranê û serokê erkantiya giştî ya artêşa Iraqê riyên berfirehkirina hevkariyê navbera hêzên çekdar ên her du welatan hilkolandin.
Li gorî rapora IRNA`yê, li hevdîtina roja duşemiyê ya serdar sertîp Qasim Neqîzade, alîkarê wezîrê berevaniyê yê Îranê û Osman El-Qanemî serokê erkantiya giştî ya artêşa Iraqê li Bexdayê, her du aliyan li bara riyên xurtkirina aramî û ewlehiyê li navçê, dawîn rewşa hevkariyê, kivşkirina aso û prespektîva hevkariya berevaniyê navbera her du welatan gotûbêj kirin.
Sertîp Teqîzade her wiha amadetiya Îranê bo berfirehkirina hevkariya hevpar bi hêzên çekdar ê Iraqê bona rawestana li ber terorîzmê li navçê raghand.
Koma terorîstî ya DAIŞ`ê li sala 2014`an, bi piştgiriyên aborî û eskerî yên Emerîkayê û hevpeymanên rojavayî û erebî yên vî welatî ji wan Erebistanê bi êrişa ser Iraqê, hin beşên berfireh ji navçên bakur û rojava vî welatî dagir kirin û gelek cinayet têde kirin. Piştî wê Iraqê ji Îranê xwest ku bila bona rawestana li ber terorîstan alîkariya Bexdayê bike.
Hêzên iraqî bi alîkariyên misteşarî yên Îranê, 17 Mijdara 2017`an karîn ku bajarê Raweyê li parêzgeha Enbarê azad bikin. Bi azadkirina vî bajarî karê DAIŞ`ê li Iraqê di pratîkê de bi dawî hat.