Hilkolandina riyên xurtkirina peywendiyên hêzên çekdar ên Îran û Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i301722-hilkolandina_riyên_xurtkirina_peywendiyên_hêzên_çekdar_ên_Îran_û_iraqê
Alîkarê wezîrê berevaniyê yê Hêzên çekdar ên Îranê û serokê erkantiya giştî ya artêşa Iraqê riyên berfirehkirina hevkariyê navbera hêzên çekdar ên her du welatan hilkolandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 25, 2019 12:40 Asia/Tehran
  •  Hilkolandina riyên xurtkirina peywendiyên hêzên çekdar ên Îran û Iraqê

Alîkarê wezîrê berevaniyê yê Hêzên çekdar ên Îranê û serokê erkantiya giştî ya artêşa Iraqê riyên berfirehkirina hevkariyê navbera hêzên çekdar ên her du welatan hilkolandin.

 Li  gorî rapora IRNA`yê, li hevdîtina roja duşemiyê ya  serdar sertîp Qasim Neqîzade, alîkarê wezîrê berevaniyê yê Îranê û Osman El-Qanemî serokê erkantiya giştî ya artêşa Iraqê li Bexdayê, her du aliyan li bara riyên xurtkirina aramî û ewlehiyê li navçê, dawîn rewşa hevkariyê,  kivşkirina aso û prespektîva hevkariya berevaniyê navbera her du welatan gotûbêj kirin.

 Sertîp Teqîzade her wiha amadetiya Îranê bo berfirehkirina hevkariya hevpar bi hêzên çekdar ê Iraqê bona  rawestana li ber terorîzmê li navçê raghand.

 Koma terorîstî ya DAIŞ`ê li sala 2014`an,  bi piştgiriyên  aborî û eskerî yên Emerîkayê û hevpeymanên rojavayî û erebî yên vî welatî ji wan Erebistanê bi êrişa ser Iraqê, hin beşên berfireh ji navçên bakur û rojava vî welatî dagir kirin û gelek cinayet têde kirin. Piştî wê Iraqê ji Îranê xwest ku bila bona rawestana  li ber terorîstan alîkariya  Bexdayê bike.

 Hêzên iraqî bi alîkariyên  misteşarî yên Îranê, 17 Mijdara 2017`an karîn ku bajarê Raweyê li parêzgeha  Enbarê azad bikin. Bi azadkirina vî  bajarî karê DAIŞ`ê li Iraqê di pratîkê de bi dawî hat.