Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê û Serokwezîrê Iraqê civîyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i301720-alîkarê_wezîrê_karên_derve_yê_Îranê_û_serokwezîrê_iraqê_civîyan
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê û Serokwezîrê Iraqê îro li Bexdayê civîyan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 25, 2019 11:53 Asia/Tehran
  • Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê û Serokwezîrê Iraqê civîyan

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê û Serokwezîrê Iraqê îro li Bexdayê civîyan.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê Seyîdebbas Iraqçî û  Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî îro li Bexdayê civîyan û derbarê rewşa herî dawîyê ya peywendîyên Têhran û Bexdayê û rêbazên xurtkirina wan de gotûbêj kirin.

Iraqçî di wê hevdîtinê de silavên rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî û Serokê Komara Islamî ya Îranê gîhandin Serokwezîrê Iraqê.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê bi merema pişkdarîya di civîna komîteya sîyasî ya hevpar de ku yê îro li Bexdayê were lidarxsitinê, seredana Iraqê kirîye.