Bereyeke nû li Iraqê hat pêkanînê
Serokê Tevgera Aştîya Netewî ya Iraqê ragihand ku bereyeke nû ser navê Tirîbûna Iraqî li vî welatî hat pêkanînê.
Serokê Tevgera Aştîya Netewî ya Iraqê Eyad Ellawî got ku ew bereya bi pişkdarîya bijareyên sîyasî yên Iraqê hat damezirandinê û kongira giştî ya wê jî ji bo ragihandina fermî ya destpêbûna karê Bereya Trîbûna Iraqî yê di meha bê de were lidarxistinê.
Ellawî derbarê armancên pêkanîna wê bereyê got ku çaksazîya di pergala sîyasî de hewcedarê karên curbicur e, serrastkirina destûra bingehîn a bêhêvîker ku bi lez û bez û di bin zexta Amerîkayê da hatîye amadekirinê, serrastkirina qanûnên hilbijartinan û pêkanîna guhertinên qanûnî û dadwerîyê li Komsyona Bilind a Hilbijartinan ji armancên istiratêjîk ên wê bereyê ne.
Serokê Tevgera Aştîya Netewî ya Iraqê Eyad Ellawî herwiha got ku armanceke din a istiratêjîk a Bereya Trîbûna Iraqî ew e ku dewleta serketî encama hebûna sazî û dezgehên serketî ye, sazî û dezgehên ku ne ser bingeha Şîebûn, Sunnebûn û Kurdbûnê hatibin damezirandinê.