Komploya nû ya Emerîkayê bona rawestana li ber Heşda Şebî
Endamekî komîsyona ewlehî û berevaniyê ya parlemana Iraqê li bara pîlanên Emerîkayê bona pêkanîna qaşo seferberiya emerîkî li hember Heşda Şebiya Iraqê li parêzgehên vî welatî agahî da.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya Mêhr News`ê, û ji zarê El-Ehdê, Elî El-Qanemî, endamê komîsyona ewlehî û berevaniya parlemna Iraqê teqez kir: Armanca vê kiryarê dûrkirin û paqijkirina navça çola rojava ji hêzên Heşda Şebî ye ku li nêzîkî Sûriyê de ye.
El-Qanemî destnîşan kir: Emerîka bêewlehkirina van navçana wek mehneyekê bo mayîna li Iraqê dixebtîne.
Eva li halekê ye ku bi jinavçûna DAIŞ`ê li Iraqê li Kanûna 2017`an, gel, partî, kesayetî û medya iraqî, daxwaza derketian eskerên emerîkî ji welatê xwe dikin.
Ji aliyê din ve, medya Iraqê îro yekşemiyê li bara destpêbûna operasyonekê bo paqijkirina navça çolî rojava li parêzgeha Enbarê, ji endamên mayî yên DAIŞê agahî dan.
Koma terorîstî ya DAIŞ`ê li cinayeta xwe ya vê dawiyê roja şemiyê şeş masîgirên xelkê parêzgeha Necefê li gola El-Sersarê ser bi parêzgeha Enbarê li bakurê parêzgeha Necefê kuştin.