HSD 231 çekdarên DAIŞê radestî Iraqê dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i301678-hsd_231_çekdarên_daiŞê_radestî_iraqê_dike
Jêderekî ji ewlehiya Iraqê aşkere kir, HSDê di tedabîrên gelekî tund de 231 çekdarên DAIŞê ên ji regeza Iraqî radestî hêzên ewlehiyê Iraqê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 24, 2019 06:58 Asia/Tehran
  • HSD 231 çekdarên DAIŞê radestî Iraqê dike

Jêderekî ji ewlehiya Iraqê aşkere kir, HSDê di tedabîrên gelekî tund de 231 çekdarên DAIŞê ên ji regeza Iraqî radestî hêzên ewlehiyê Iraqê kirin.

Li gor zanyariyan, HSDê dê 502 çekdarên DAIŞê li çend dewran radestî Iraqê bike, dewra yekem roja 21ê vê mehê bû ku 150 çekdar radest kiribû, vê care jî 231 çekdar radest kirin û hîna ew prose berdewam e.

Lê belê li gor ragihandina Ajansa Anadolu Newsê (AA) ya Tirkiyê ya ji zarê general muhemed El-Duleymî efserê artêşa Iraqê li parêzgeha sînorî ya Enbara Iraqê, Artêşa Iraqê duh şemiyê 180 welatiyên iraqî yên endamên Koma Terorîst a DAIŞê ji HSDê wergirtine.

HSD çend roj in DAIŞ di dawî devera wê de di rûbereke teng de dorpêç kiriye û li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê di 3 rojên dawiyê 5 hezar welatiyên sivîl û çekdarên DAIŞê xwe radestî HSDê dikin.

Demek e Fermandariya HSDê û rayedarên kurd ên sûrî dibêjin, hejmarek mezin ji çekdarên DAIŞê di zîndanên wan de girtî ne û bang li welatên cîhanê dike ku her welatek çekdarên ku hevwelatiyên wan in werbigirin û li welatên xwe bidin dadgehan.