Damezrandina koma ewil a hêza deryayî ya Heşda Şebî ya Iraqê li Besrê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i301659-damezrandina_koma_ewil_a_hêza_deryayî_ya_heşda_Şebî_ya_iraqê_li_besrê
Fermandeyekî Heşda Şebî ya Iraqê li bara damezrandina koma seretayî ya hêza deryayî ya vê teşkîlatê li Besrê li başûrê rojhilata Iraqê agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 23, 2019 15:24 Asia/Tehran
  •  Damezrandina koma ewil a hêza deryayî ya Heşda Şebî ya Iraqê li Besrê

Fermandeyekî Heşda Şebî ya Iraqê li bara damezrandina koma seretayî ya hêza deryayî ya vê teşkîlatê li Besrê li başûrê rojhilata Iraqê agahî da.

 Li gorî rapora  roja Şemiyê ya  Mêhr News`ê, Ebûkerar El-Ebadî ji fermandeyên Heşda Şebî ya Iraqê li merasima dawiyê  ya dewra hîndekariyê ya hêzên Heşda Şebî got:  "Dê bi zûtirkê bingeha ewil a hêza deryayî ya Heşda Şebî li Besrê dê ava bibe".

 Li gor nûçeyeke din, koma  terorîstî ya DAIŞ`ê li cinayeteke teze şeş masîgirên iraqî li derdora gola El-Sersarê ya parzêgeha  Enbarê kuştin.

 Nûnerên  parlemana Iraqê, bûyerên  vê dawiyê yên revandina mirovan û teror û kuştinan li hin navçan ji wan li Enbarê ji aliyê bingehên  berbilav ên  DAIŞê` têkildarî siyasetên  gumanbar ên Emerîkayê li Iraqê bo vejiyandina dubare  ya vê koma terorîstî dane zanîn.

 Partiyên siyasî û hevalbendiyên  iraqî hebûna eskerên emerîkî li axa xwe piştî kutabûna  xelafeta xwekişvkirî ya DAIŞ`ê neqanûnî dizanin û bo pejiradnina qanûnî li vê barê li parlemana  vî welatî hewl didin.