Bargehên DAIŞ`ê li rojavaya Hewlêrê bi desê artêşa Iraqê ve hatin bombebarankirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i301578-bargehên_daiŞ_ê_li_rojavaya_hewlêrê_bi_desê_artêşa_iraqê_ve_hatin_bombebarankirin
Balafirên cengê yên Tîpa 14`an a artêşa Iraqê, pêgeh û veşartgehên endamên DAIŞ`ê li bilindiyên Qereçûxê li rojavaya Hewlêr dan ber bombeyan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 21, 2019 14:35 Asia/Tehran
  • Bargehên DAIŞ`ê li rojavaya Hewlêrê bi desê artêşa Iraqê ve hatin bombebarankirin

Balafirên cengê yên Tîpa 14`an a artêşa Iraqê, pêgeh û veşartgehên endamên DAIŞ`ê li bilindiyên Qereçûxê li rojavaya Hewlêr dan ber bombeyan.

Li gorî rapora NRT`yê li dû dewama livûtevgerên endamên DAIŞ`ê li bilindiyên Qereçûxê ku ketiye navçeya Mexmûrê li başûrê rojavaya Hewlêrê, balafirên cengê yên Tîpa 14`an a artêşa Iraqê, pêgeh û veşartgehên DAIŞ`ê yên li vê çiyayê bi giranî dan ber bombeyan.

Xazî Feysel, yek ji fermandeyên Pêşmerge yên li navçê ragihand ku Tîpa 14`an a artêşa Iraqê, ji hefteya buhurî ve li vê navçeyê û li gundê Gulî Elî Reşê ku polîsê federal lê bicih bûye, bicih bibû û eva yekemîn karê wan a dijî DAIŞ`ê piştî bicihbûna li navçê ye.

Eva li halekê ye ku berî niha veşartgehên DAIŞ`ê yên li Qere Çûxê ji aliyê balafirên cengê yên Hevalbendiya Navnetewî ya Dijî DAIŞ`ê dihatine bombebarankirin lê ji 26 rojên buhurî ve ev êriş hatine sekinandin.

Anegorî nûçeyê gundên vê navçeyê ku ser bi Mexmûrê tê hesêb bûye cihê livûtevgerên terorîstî yên DAIŞ`ê û heya niha tu karek ji bo paqijkirina van navçeyan nehatiye kirin.