Di encama êrişa DAIŞê li Kerkûkê de 5 serbazên Iraqî hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i301424-di_encama_êrişa_daiŞê_li_kerkûkê_de_5_serbazên_iraqî_hatin_kuştin
Çekdarên DAIŞê êrişî hêzên Iraqî yên li Kerkûkê kirin û herî kêm 5 serbaz kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 17, 2019 14:12 Asia/Tehran
  • Di encama êrişa DAIŞê li Kerkûkê de 5 serbazên Iraqî hatin kuştin

Çekdarên DAIŞê êrişî hêzên Iraqî yên li Kerkûkê kirin û herî kêm 5 serbaz kuştin.

Çavkaniyên iraqî diyar kirin ku terorîstên DAIŞê êrişî ser hêzên Iraqî yên li Kerkûkê kirin û herî kêm 5 serbaz kuştin û çend kesên din jî birîndar kirin.

Îro danê sibê terorîstên DAIŞê êrişî hêzên Iraqî yên li bajarokê Hewîce li başûrê Kerkûkê kirin.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de herî kêm 5 serbaz hatin kuştin û çekdarên DAIŞê piştî êrişê ji navçê reviyan.