Xwestina balyozê Tirkiyê li Bexdayê bo Wezareta karên derve ya Iraqê
Wezareta karên derve ya Iraqê bi nîşana nerazîtiya li hemberî gullereşandina hêzên artêşa Tirkiyê ber bi welatiyên iraqî li bakurê Iraqê ku di encamê da hejhamrek hatin kuştin û birîndar bûn, balyozê Tirkiyê li Bexdayê xwest.
Li gorî rapora kanala têlêvîziyoniya Meyadîna Libnanê, Wezareta karên derve ya Iraqê roja Yekşemiyê tevî hazirkirina Fatih Yildiz, balyozê Tikriyê li Bexdayê, nerazîtiya li hemberî gullereşandina hêzên artêşa Tirkiyê ş kuştin û birîndarkirina hejamreka welatiyên iraqî li nêzikî baregeha artêşa Tirkiyê li bakurê Iraqê ragiahnbd wî.
Wezareta karên derve ya Iraqê tevî şermezarkirina vê kiryara hêzên artêşa Iraqê, destnîşan kir: Gullereşandina li ser welatiyên iraqî li bakurê Iraqê binpêkirina serweriya vî welatî ye û divê were rawestandin.
Li pey gullereşandina roja Îniyê ya artêşa Tirkiyê li ser hin navçeyên bakurê Iraqê ku di encamê da şeş kes ji wan çar welatiyên kurd ên iraqî û du hêzên Pêşmerge ên Herêma Kurdistana Iraqê hatin kuştin, bi dehan welatiyên iraqî yên nerazî roja Şemiyê bi êrîşa ser baregeha leşkerî ya Tirkiyê li navçeya Şîladziyê ya Dihokê, çend tank û panzêr û alavên şêrr li vê baregehê şewitandin.
Hêzên artêşa Tirkiyê gulle reşandin ser nerazîyên iraqî li navçeya Şîladiziyê ku di encama wê da du welatiyên din ên iraqî jî hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.
Neraziyên iraqî daxwaza derketina çekdarên artêşa Tirkiyê ji axa welatê xwe û bidawîhatina êrîşên esmanî yên vê artêşê ser Herêma Kurdistanê kirin.