Heşt kuştî û birîndar di encama teqînekê de li bakurê Iraqê
Çile 27, 2019 12:03 Asia/Tehran
Di encama teqînekê de li başûrê Şerqatêli parêzgeha Selahedînê yê bakurê Iraqê du kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.
Ajansa Tesnîm a Îranê ragihand ku di encama teqîna bombekê de ku li kêleka cadeyê hatibû danîn li gund Xanûke ya başûrê bajarê Şerqatê 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.
Li nehê Kanûna 2018 jî ji ber teqîna makîneyeke bombekirî li bajarê Tekrîtê ya parêzgeha Selahedînê herî kêm 3 kes hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.
Rast e ku koma terorîst a DAIŞê li Kanûna 2017 li Iraqê têk çûye, lê belê hîn hin komên biçûk û perate ên DAIŞê xwe li deverên curbicure Iraqê veşartine û car caran dest davêjin kiryarên terorîstî.