Parlemana Iraqê, pêşnûmaya Bûdca Fedral a 2019 bi kêmhatina 23 milyard dolaran pejirand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i300574-parlemana_iraqê_pêşnûmaya_bûdca_fedral_a_2019_bi_kêmhatina_23_milyard_dolaran_pejirand
Piştî gêre û kêşeyên zav parlemana Iraqê aqubet pêşnûmaya Bûdca Fedral a 2019 birakirina çend madeyan û zêdekirina çend madeyên din, bikêmhatina 23 milyard dolaran, pejirand û piştî wê parlemanterên kurd naveroka pêşnûmayê wek deskevtek ji bo Herêma Kurdistanê da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 24, 2019 12:32 Asia/Tehran
  • Parlemana Iraqê, pêşnûmaya Bûdca Fedral a 2019 bi kêmhatina 23 milyard dolaran pejirand

Piştî gêre û kêşeyên zav parlemana Iraqê aqubet pêşnûmaya Bûdca Fedral a 2019 birakirina çend madeyan û zêdekirina çend madeyên din, bikêmhatina 23 milyard dolaran, pejirand û piştî wê parlemanterên kurd naveroka pêşnûmayê wek deskevtek ji bo Herêma Kurdistanê da zanîn.

Li gor nûçeya Kurdpressê meclisa nûneran a Iraqê êvara çarşemê bi serokatiya Muhemed el-Helbûsî civîna xwe pêk anî da ku  piştî çend mehan gotûbêj û danûstandinê ser pêşnûmaya Bûdca Fedral a 2019 dengê parlemanteran wergire, hêjayê gotinê ye ku ji bo her yek ji 51 madeyên pêşnûmaya bûdceyê cida cida dengdayîn pêk hat.

Li vê civînê de ji 329 parlemanteran 287 parlemanter beşdar bûn û dengdayîn heya sibeya pêncşemê dom kir û parlemanteran bi hin guhertinan aqubeta Bûdceya Fedral pejirandin, parlemanteran deng nedan madeyekê û dewsa wê sê madeyên din danîn û li gor raporên curbicur di navbera 20 heya 40 madeyên nû li pêşnûmaya bûdceyê zêde bûn.

Li dawiya civîna parlemanê serokê temenî yê komîsiyona Daratiyê ya parlemanê   Ehmed El-Sefar li press konferansekê ku çend endamên din ên vê komîsiyonê jî beşdar bûn desnîşan kir ku em mizgîniya pejirîna Bûdceyê didin xelkê û di vî halî de desnîşan kir ku mesela girîng li vê pêşnûmayê qedexbûna deynkirina ji derve ye.

Ji aliyê din ve hin parlemanteran pêşnûmaya bûdeceya 2019 a Iraqê rexne kirin û wê ser xêra xelkê nizanin.

Di vê navberê de Fraksiyona Kurdistanî pejirîna pêşnûmaya bûdca 2019 a Fedrala Iraqê wek deskevt û serkevtinek dan zanîn û diyar kirin ku ev pêşnûmaya piraniya xwestekên kurdan derheq meaşa pêşmerge û karmendên Herêma Kurdistanê digire ber xwe.