Heşda Şebî derheq hewldanên bermayiyên Partiya Bees a Iraqê li Diyalê hişyarî da
Endamê derecebilind ê Heşda Şebiya Iraqê derheq hewldanên bidizî yên bermayiyên Partiya Bees a Iraqê li parêzgeha Diyalê li rojhilata Iraqê hişyarî da.
Fermandeyekî Heşda Şebiya Iraqê bi navê Cebar El-Memûrî duh li hevpeyvîna bi nûçegihanê ajansa Bexdad El-Yewm re got: Partiya Bees a Iraqê hîn li parêzgeha Diyalê kokbir nebûye û vê demê ji ewlehiya vê parêzgehê re bûye gef û tehlukeyeke cidî û bi dizî ve dixebitin û wer xuya dike ku bi hewldanên xwe dixebite ku cinayetên vê partiyê yên berê li parêzgeha Diyalê veşêr in.
Cebar El-Memûrî xwest ku bila tîmeke ewlekariyê ji bo şopandina kiryarên serkirdeyên Bees li parêzgeha Diyalê û pêwendiya wan bi komên terorîst û tekfîrî û nejadperest li vê deverê pêk were.Hişyariya vî fermandeyê Heşda Şebiya Iraqê di rewşekê de ye ku vê dawiyê kiryarên terorîstî li parêzgeha Diyalê zêde bûne û şeva yekşemê terorîstan êrişî ser devereke ewlekariyê li Xaneqînê kirin û du polîs kuştin.
Çavkaniyên nûçeyan jî diyar kirin ku roja duşemê du balafirên şêr ên Amerîkayê li ser esmanê parêzgeha Diyalê firiyan.
Li vî halî de tê gotin ku pêwendiya navbera dewleta Donald Trump û bermayiyên partiya Bees a Iraqê zêde bûne.