Iraqê- 2 endamên grûpa terorîst a DAIŞ`ê li Kerkûkê hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i300505-iraqê_2_endamên_grûpa_terorîst_a_daiŞ_ê_li_kerkûkê_hatin_girtin
Berdevkê wezareta karên hundir a Iraqê ji girtina du endamên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ku yek ji wan li êrişa ser hêzên pêşmerge nexş û rol hebûye xeber da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 21, 2019 16:41 Asia/Tehran
  • Iraqê- 2 endamên grûpa terorîst a DAIŞ`ê li Kerkûkê hatin girtin

Berdevkê wezareta karên hundir a Iraqê ji girtina du endamên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ku yek ji wan li êrişa ser hêzên pêşmerge nexş û rol hebûye xeber da.

Li gor rapora ajansa nûçan a Kurd Pressê, Serleşker Seid Mein berdevkê wezareta karên hundir yê Iraqê li daxûyaniyekê ragihand hêzên polîsê federal yê vê welatî li parêzgeha Kerkûkê 2 serkirdeyên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê girtin.

Wî li daxûyaniya xwe destnîşan kir: çaxê hêzên iraqî haje ciyê van du serkirdryên DAIŞ bûn li operasiyonekê li navça El-Qadiriye û Tel Rabie li parêzgeha Kerkûkê ew her du terorîstana girtin.

Seid Mein ragihand ku yek ji van terorîstan serkirdeya welayeta başûr bûye û yê din jî serkirdeya welayeta Kerkûkê bûye û li êrişa ser hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê dest hebûye.