Nîşangeha hertimî ya Îranê li Bexdayê hat vekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i300503-nîşangeha_hertimî_ya_Îranê_li_bexdayê_hat_vekirin
Yekemîn nîşangeha hertimî ya Îranê li Bexdayê paytexta Iraqê vebû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 21, 2019 16:38 Asia/Tehran
  • Nîşangeha hertimî ya Îranê li Bexdayê hat vekirin

Yekemîn nîşangeha hertimî ya Îranê li Bexdayê paytexta Iraqê vebû.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Ewil nîşangeha hertimî ya Îranê li welatekî biyanî îro duşemê bi hizûra Seyîd Mûsa Elîzadeh Tebatebayî alîkarê baylozê Îranê li Iraqê û Welîd Hebîb El-Mûsevî alîkarê wezîrê tecareta Iraqê û parek ji xebatkarên abûrî yên du welatan li nîşangeha hertimî ya Bexdayê vebû.

Qirare li vê nîşangehê her hefteyekê  hinek ji kel û melên îranî bêne danîn ta ku hevkartiya abûrî ya di navbera Têhran û Bexdayê berfirehtir bibe.

Seyîd Mûsa Elîzadeh Tebatebayî li kêlega vê nîşangehê ragihand ku ev nîşangeha xebatekî girînge li çarçîva hevkariyên di navbera Îranê û Iraqê.

Welîd Hebîb El-Mûsevî jî bilî qedrzaniya ji piştevaniyên Îranê vebûna vê nîşangeha hertimî pêngavekî girîng ji bo nasandina karayiyên abûrî yên Îranê bi xelkê Iraqê daye zanîn.