Kombûna iraqîyan bi nîşana nerazîbûna li hemberî hebûna leşkerên amerîkî li wî welatî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i300416-kombûna_iraqîyan_bi_nîşana_nerazîbûna_li_hemberî_hebûna_leşkerên_amerîkî_li_wî_welatî
Xelkê Bexdayê bi kombûneke nerazîbûna li hemberî hebûna leşkerên amerîkî li wî welatî ragihand: Hebûna leşkerên amerîkî û destwerdanên aşkira yên Waşîngtonê nayên qebûlkirinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 19, 2019 07:17 Asia/Tehran
  • Kombûna iraqîyan bi nîşana nerazîbûna li hemberî hebûna leşkerên amerîkî li wî welatî

Xelkê Bexdayê bi kombûneke nerazîbûna li hemberî hebûna leşkerên amerîkî li wî welatî ragihand: Hebûna leşkerên amerîkî û destwerdanên aşkira yên Waşîngtonê nayên qebûlkirinê.

Welatîyên iraqî di vê kombûna nerazîbûnê da destwerdana Amerîkayê şermezar kirin û pêgirî kirin ku Waşîngton bi saya bicihkirina leşkerên amerîkî li Iraqê ku dagirkirina nerm tê hesêb, ji bo bidestxistina nifta Iraqê hewil dide.

Nerazîyan herwiha ragihandin ku Iraq ji ber dewama dagirkerîya Amerîkayê kavil bûye.

Bi dû ragihandina fermana Serokomarê Amerîkayê Donald Trump derheq vekişandina hêzên amerîkî ji Sûrîyê hin nûçe û rapor derbarê bicihbûna wan hêzan li Iraqê hatin weşandinê.

Bi dû derbasbûna hejmareke zêde ya hêzên amerîkî ji Sûrîyê bo baregeha Eyn ul Esed li rojavaya parêzgeha Al Anbarê, Serokomarê Amerîkayê Donald Trump Çarşem 26`ê Kanûnê şevê nişkêve gihîşt wê baregehê û ragihand ku dil tineye leşekrên amerîkî yên li Iraqê bi cih bûne, ji vî welatî derîne.

Ev gotinên Serokomarê Amerîkayê bûn sedema pêleke berfire ya nerazîbûna kesayetî û komên sîyasî yên iraqî.