Destpêbûna dewreke nû ya nerazîbûnan li Besrê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i300410-destpêbûna_dewreke_nû_ya_nerazîbûnan_li_besrê
Gelê Besrê duh careka din bi nîşana nerazîbûna li hemberî rewşa bêserûber a aborî û bêkarîyê daket kolanan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 19, 2019 04:21 Asia/Tehran
  • Destpêbûna dewreke nû ya nerazîbûnan li Besrê

Gelê Besrê duh careka din bi nîşana nerazîbûna li hemberî rewşa bêserûber a aborî û bêkarîyê daket kolanan.

Gelê Besrê xwest ku pirsgirêka bêkarîyê were çareserkirinê û kesên di xwenîşandanên çend rojan berî niha li herêma Izedîn Selîm a vî şarî da hatine girtinê jî serbest werin berdan.

Hilweşandina Civata Parêzgehê, wêdedayîna parêzgar û derxistina karkerên bîyanî yên li şirketa nifta Besrê dixebitin û bikaranîna niştecihên başûra vî welatî dewsa wan ji daxwazên din ên nerazîyan in.

Gelê Besrê havînê jî çend mehan bi nîşana nerazîbûna li hemberî lawazî yan nebûna xizmetên giştî, qutbûna demdirêj a ceryanê, kêmbûn û şorbûna ava vexwarinê û ya cotkarîyê, nebûna kar û xebatê û gendelîya li sazî û dezgehên hikûmetê daket kolanan.