Pêgiriya Berhem salih li ser cîgeha girîng a Îran û Iraqê li navçeyê
Serokomarê Iraqê l hevdîtina bi wezîrê karên derve yê Îranê li Bexdayê got: Îran û Iraqê cîgeheka girîng li navçeyê hene û bandoreka girîng li nav welatên erebî û navçeyê hene.
Li gorî rapora IRNAyê, Berhem Salihê serokomarê Iraqê Duşemiyê bi şev li hevdîtina bi Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê li ser girîngiya xurtkirina pêwendiyên digel Têhranê pêgirî kir û got: Ev yek ne tenê li gorî berjewendiyên du gelan belkî li ser xêra ewlehî û tenahiya tevahiya navçeyê ye.
Serrokomarê Iraqê her wiha tenha riya çareserkirina kêşeyên navçeyê ji riya gotûbêjê da zanîn û got: Welatên navçeyê jibo derketina ji qeyranên cûrbicûr hewcetî bui gotûbêjê hene û vê yekê erka wan derheqê guhertinan giran kiriye, ji ber ku tenha rêya çareserkirina pirsgirêkan tenê ji riya gotûbêjên siyasî pêkan e.
Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê jî li vê hevdîtinê li ser meyl û meraqa Têhranê jibo berfirehkirina hevkariyan û hevahengiyên dualî tev Iraqê pêgirî kir.
Zerîf got: Komara Îslamî ya Îranê li qonaxa pêşber û qonaxa avedankirinê û li berûlayên cûrbicûr dê piştevanê gel û dewleta Iraqê be.
Wezîrê karên derve yê Îranê roja Yekşemiyê jibo hevdîtina digel berpirsên iraqî û amadebûna li sê komcivînên ticarî yên çalakên abûrî yên beşa sivîl ên du welatan li Bexda, Silêmaniye û Kerbelayê gihîşte Iraqê.
Zerîf heta niha tev Mihemed Elî Hekîm wezîrê karên derve, Adl Ebdulm,ehdî serokwezîr û Seyd Emaer Hekîm serokê Tevgera Hikmetê, Mihemed Helbûsî serokê Parlimanê û Şêx Ekrem Keibî Sêkrêtêrê gişt ê Tevgera Nucebaya Iraqê ra hevdîtin kiriye û beşdarî Komcivîna mezin a abûrî ya Îran û Iraqê li Bexdayê bûye.