Peydakirina goreke komî li Mûsila Iraqê
Hêzên iraqî li bara keşfkirina goreke komî li başûrê bajarê Mûsilê navenda parêzgeha Neynewayê li bakurê Iraqê agahî dan.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya Mêhr Newsê, û ji zarê Someriye News`ê, rayedarên iraqî raghandin ku li vê gora komî meytê 28 eskerên iraqî hatine defnkirin.
Li gor raghandina medya iraqî, kesên hanê ji aliyê terorîstên tekfîrî yên DAIŞ`ê ve hatine kuştin û defnkirin.
Hêzên iraqî meha buhurî jî li bara keşfkirina goreke komî li başûrê bajarê Mûsilê bi 48 meytên xelkê sivîl agahî dan.
Hêzên iraqî li sala buhurî bi dehan gorên komî ji meytên qurbaniyên cinayetên bi xof ên DAIŞ`ê li cihên curbicur keşf kirine.
Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li Mijdara 2018`an raghand ku koma terorîstî ya DAIŞ`ê zêde ji 200 gorên komî li navçên curbicure Iraqê ku li nav salên 2014`an heya 2017`an dagir kiribûn, çêkirine.