Îtiraza bo hatina Pompêo bi firokeya leşkerî bo Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i300108-Îtiraza_bo_hatina_pompêo_bi_firokeya_leşkerî_bo_iraqê
Sefera Wezîrê karên derve yê Amerîkayê bi firokeyeka leşkerî bo Iraqê tûşî nerazîtiya gelê vî welatî bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 10, 2019 05:21 Asia/Tehran
  • Îtiraza bo hatina Pompêo bi firokeya leşkerî bo Iraqê

Sefera Wezîrê karên derve yê Amerîkayê bi firokeyeka leşkerî bo Iraqê tûşî nerazîtiya gelê vî welatî bûye.

Sefera roja Çarşemiyê ya Mayk Pompêoyê Wezîrê karên derve yê Amerîkayê bo Iraqê bi firokeyeka leşkerî û hevrê digel gellek ji rawêjkar û efserên artêşa Amerîkayê, weke sefera bi şevê ya Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê bo parêzgeha Enbarrê, tûşî nerazîtiya iraqiyan bûye.

Gellek ji bikarênerên torên civkî li Întêrnêtê sefera Pompêo bo Iraqê bi firokeyeka leşkerî bi awayê cûrbicûr şirove kirn û dan ber rexneyan.

Hin bikarêneran ev sefer weke sefera bi şevê ya Donald Trumpê serokoamrê Amerîkayê bo baregeha leşkerî ya Amerîkayê li parêzgeha Enbarê li rojavaya Iraqê nîşana tirsa rayedarên amerîkî û huinekan jî nîşana berçavnegirtina hakmiyeta neteweyî ya Iraqê û bêhurmetiya li gel û dewleta vî welatî ji aliyê Amerîkayê va dan zanîn.

Kerîm Muhemedawî endamê Komîsiyona Ewlehî û Berevaniyê ya Parlimana Iraqê jî sefera Pompêo bi firokeya leşkerî nîşana gefek li dijî hakimiyeta neteweyî ya Iraqê û bêhurmetiya li vî welatî da zanîn.

Kerîm Muhemedawî got: Sefera Pompêo bo Berxdayê bi firokeya leşkerî bi armanca dasepandin û dewama hebûna leşkerî ya Amerîkayê û bikaranîna axa vî welatî pêk hatiye.

 Wezîrê karên derve yê Amerîkayê sibeha Çarşemiyê li Bexdayê bi awayê cuda tev Mihemed Helbûsî, Berhem Salih û Adil Ebdulmehdî, serokê Parlimanê, serokomar û serokwezîrê Iraqê ra hevdîtin û gotûbêj kir.