Adil Ebdulmehdî: Artêşa Iraqê dê nebe amûrê mudaxila li welatan û serkutkirina gelan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i300035-adil_ebdulmehdî_artêşa_iraqê_dê_nebe_amûrê_mudaxila_li_welatan_û_serkutkirina_gelan
Serokwezîrê Iraqê bi muansibeta salroja damezrandina artêşa vî welatî û got: Artêşa Iraqê dê nabe amûrê mudaxila li welatan û serkutkirina gelan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 07, 2019 15:32 Asia/Tehran
  •  Adil Ebdulmehdî: Artêşa Iraqê dê nebe amûrê mudaxila li welatan û serkutkirina gelan

Serokwezîrê Iraqê bi muansibeta salroja damezrandina artêşa vî welatî û got: Artêşa Iraqê dê nabe amûrê mudaxila li welatan û serkutkirina gelan.

 Li gorî rapora Mêhr News`ê, û i zarê kanala Someriye Newsê, Adil Ebdulmehdî serokwezîrê Iraqê li axiftinekê bi muansibeta  98`mîn  salroja  damezrandina artêşa vî welatî û teqez kir: Artêşa bi hêz a Iraqê parêzvanê hakimiyeta neteweyî û sînorên  welat e.

 Li gorî vê raporê, wî her wiha got: Artêşa Iraqê tu carî  dê nebe amûrê mudxaila li karûbarên  welatên din û serkutkirina  gelên din û li pêşerojê jî dê nebe.

 Ebdulmehdî her wiha bal kişand ser destkewtên artêşa Iraqê li şerê li hember terorîzmê û got: Artêşa Iraqê bona berevaniya ji axa welêt serketî bû û terorîzm işkest da.

 Serokwezîrê Iraqê her wiha diyar kir: Em destê hevkariyê ber bi welatên din li navçê û cîhanê dirêj dikin ji ber ku  li dû cihhatina  aşitî û aramiyê ne tenê li welatê xwe belkî li hemî cîhanê ne.